Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Terorîstekî Pakistanî li Hindistanê Tê Giritin


Polîsên Hindistanê dibêjin ku wan amadekarekî bombeyan yê Pakistanê girtiye ku alîkarîya grûpeke terorîstî ya Hindî dikir. Koma terorîst berpirs e bo zincîreke teqîn li çend bajarên welêt.

Karbidestên polîsan Sanjeev Yadav dibêje, Zia Ur Rehman û sê alîkarên wî li wîlayeta Rajasthan ya rojavaya Hindistanê hatin girtin. Ew dibêje, polîsan tibabeke mezin ji materyalên çêkirina bombeyan dîtin. Ew kesên girtî nuha îro Yekşemê li New Delhi ketine ber lêpirsînê.

Polîs dibêjin, Rehman girêdayî grûpa terorîst ya Mujahideen li Hindistanê bû. Girêdana vê grûpê bi koma Îslamî ya Lashkar e Taiba li Pakistanê heye.

Hikûmeta Hindî koma Mujahideen li sala 2010ê qedexe kir, piştî guman hatin ser ku destê wê di êrîşekê de li ser çayxaneyeke gelêrî ya biyaniyan hebû. Di wê êrîşa li bajarê Pune yê rojavaya Hindistanê de 17 kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG