Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Êrîşên Xwe li Herêma Berava Sûrîyê Zêde Dikin


Dîmenek ji bajarokê Keseb ku serhildayên Sûrî nuha kontrol dikin.
Dîmenek ji bajarokê Keseb ku serhildayên Sûrî nuha kontrol dikin.
Serhildayên Sûrî roja Çarşemê êrîşên xwe li herêma beravî ya Sûrî zêdetir kirin. Ev herêm wekî bingeha Elewîyên Sûrî tê dîtin, ku Serokê Sûrî Beşar Ese jî yek ji wan e.

Çalakvan dibêjin, di şerê dawî de serhildayan şerê leşkerên Sûrî kirin jibo kontrolkirina du gundên di nav daristanê de.

Jimareke grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî ku Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde jî di nav wan de ye, êrîşên xwe roja Înîya bûrî li ser deverên bakur ji parêzgeha Laziqiyê destpê kirin.

Heta nuha şervanên opozisyonê xaleke sînorî ligel Tirkîyê xistine bin kontrola xwe,û herwiha jibo cara yekem ji dema ku serhildana Sûrî berî sê salan destpê kiriye, wan deverek li ser deryaya spî xistine dest xwe.

Tevî ku ev herêm biçûk in jî, kontrola wan wan destkeftek e jibo opozisyoan ku di dema dawî de rastî gelek ziyanan ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatiye. Di meha dawî de, hêzên Serok Beşar Esed ku grûpa Hizbullah ya Libnanî piştgirîya wan dikin, jimareke gund û bajarok li ser sînorê ligel Libnanê kontrol kirine.

Çalakvanekî ji Laziqiyê ku xwe bi navê Mihemed Ebû el Hesen da naskirin, ji Ajansa Associated Press re got ku çekdarên opozisyonê hêvî dikin bi êrîşa ser Laziqiyê leşkerên Sûrî ber bi wir ve bînin da ku fişara wan li ser deverên din yên Sûrî kêm bibe.
XS
SM
MD
LG