Lînkên eksesibilîtî

Serokwezirê Tirkîyê Erdogan li Wanê Peyîvî


Serokwezirê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan 27 mehê li bajarê Wanê mîtînga hilbijartinê ya AK Partîyê lidar xist.

Recep Tayyîp Erdogan jibo propagandaya hilbijartinên herêmî heta niha 52 bajar û navçeyan mîtîng da. Jiber vê yeke di mîtînga Wanê de dengê wî ketibû.

Mîtînga ku li meydana Beşyolê hatl darxistin bi hezaran kes beşdar bûn.

Serokwezîrê Tirkîyê de gotara xwe de li ser rewşa pêvajoya çareserîyê sekini.

“Me bi gefan dest bi vê pêvajoyê nekir. Tevî ku şer û pevçûn hebûn me xwe da ber vê pêvajoyê lê BDP dibêje AK Partî ne, lê me ev pêvajo da destpê kirin. Ger wusa bû, çima we di salên 90î de nikaribûn."

Erdogan destnîşan kir hinek alîyên ku berjewendîya wan di şer û xwînê de heye ji vê pêvajoyê aciz bûn û niha jî êrîşan dikin.
XS
SM
MD
LG