Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Me Plan Nîne Derbasî Ukraynayê Bibin


Lavrov, wezîrê derve yê Rûsya.
Lavrov, wezîrê derve yê Rûsya.
Wezîrê derve yê Rûsya dibêje, Mosko ti plan nîne ku hêzên xwe yên leşkerî derbasî nav sînorê Ukraynayê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Şemîyê ji televizyona dewletê re got ku Mosko yekcar plan nake û ne jî berjewendî heye ku derbasî nav sînorê Ukrayna bike, piştî dagerkirina nîvgirava Kirimê.

Ev gotinên Lavrov rojekê tên piştî ku Serokê Rûsya Vladimir Putin do Înîyê peywendî ligel Serokê Amerîka Barack Obama da ku pêşniyareke Amerîkî derbarê çareserkirina krîza Kirimê gotûbêj bikin. Karbidestên Amerîkî dibêjin, pêşiyara kêmkirina girjîyê bi temamî ligel hikûmeta Ukraynî hatiye birêxistin.

Koçka Spî dibêje, birêz Obama pêşniyar kir Serokê Rûs Putin bersiveke nivîskî jibo çareya diplomatîk ya pêşniyarkirî bide ku wexteke zûtir vê hefteyê ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ve hatibû dayîn bo Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov.

Daxuyanîyeke Koçka Spî derbarê peywendîyê ti hûrgilî derbarê pêşiyara birêz Kerry da Lavrov, nedaye, lê Amerîka fişarê li Rûsya dike ku hêzên xwe ji bingehên Kirimê vekişîne û rê bide çavdêrên navneteweyî ku herin Kirimê da ku piştrast bikin ku kêmnetewa Ukraynî li wir ewle ye.

Serok Obama dibêje, hikûmeta Ukraynayê bi berdewamî helwesteke kêmgirjî derbarê krîzê distîne. Birêz Obama herwiha bang li Rûsya kir ku piştgirîya prosesê bike û provakasyonên zêdetir neke.

Tê çaverêkirina Lavrov û Kerry van rojan careke din lihev bicivin da ku gavên piştre gotûbêj bikin.
XS
SM
MD
LG