Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Hewil Dide Berdewamiyê Bide Gotûbêjên Îsraîlî û Filestîniyan


Karbidestekî mezin yê Amerîkî dibêje, Washington hewildanên xwe berdewam dike jibo careke din gotûbêjên aştîyê yên navbera Îsraîlî û Filestînîyan de vegerîne ser rêka rast, tevî “gavên nealîkar” ji alîyê herdu alîyan de li roja bûrî.

Mezine karibdestê Wezareta Derve ya Amerîkî do Çarşemê li Brûkselê gote rojnamevanan ku “çi alîyekî nîşan nedaye ku ew dixwaze dawîyê li gotûbêjan bîne.”

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bi awayekî cuda ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Filestînî Mehmûd Ebbas axivî ye. Hinek jêderên nêzîkî gotûbêjan gotin, biryar e nûnerên Îsraîl, Filestîn û Amerîka derengî Çarşemê lihev kom bûbin.

Biryareke jinişkave ya Serokê Filestînî Mehmûd Ebbas roja Sêşemê hatibû dayîn ku tê de daxwaza îmzekirina bêtir ji deh peymanên navneteweyî kirin da ku Filestîn bêtir bandor ligel Îsraîlê hebe. Wê yekê jî hişt ku Amerîka li rêkekê bigire da ku gotûbêjan zindî bihêle, piştî qedandina soza 29’ê Nîsanê.
XS
SM
MD
LG