Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dê Keştiyeke Çekdar Bişîne jibo Alîkarîya Hilanîna Çekên Kîmyawî yên Sûrî

This image taken from video broadcast on Press TV, Iran's English language state-run channel, shows President Hassan Rouhani making a statement hailing  'a new chapter' in relations with the world, following the announcement of the Iran nuclear deal, Tehran, July 14, 2015.

Almanya dibêje, ewê keştîyeke leşkerî pêşkêş bide wekî beşek ji karekî navneteweyî jibo hilanîna çekên kîmyawî yên Sûriyê.

Berdevkê hikûmeta Alman Georg Steiter got, hikûmeta Şîretvan Angela Merkel roja Çarşemê biryar da ku keştîyeke leşkerî bişîne da ku ligel keştîya Amerîkî MV Cape Ray be, li nav Deryaya Spî. Biryar ew e Keştîya Cape Ray bi madeyên kîmyawî wekî gaza xerdelê û madeyên din were barkirin. Ew made dê li nav keştîyê werin proseskirin û tunekirin.

Tê çaverêkirin prosesa hilanîn wan madeyên kîmyawî dawîya vê mehê destpê bike. Eger parlamana Almanyayê erê kir, ewê keştîya leşkerî heta dawîya vê salê di operasyonê de beşdar be.

Almanya jiber xwe alîkarîya xwe pêşkêş kiriye ku gemara jiber hilanîna kîmyawîyan derkeve, bişewitîne.
XS
SM
MD
LG