Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Sûrîyê de Hizbullah Taktîkên Nû Bikar Tîne


Di şerê navxweyî yê Sûrî de grûpa Hezbullah ya Libnanî hinek taktîkên nû bipêş dixe da ku hebûna hêzên xwe li hinek deverên ser sînorê Sûrîye û Libnan bihêztir bike.

Karbidestên Hizbullah dibêjin, ew nuha taktîkên wekî operasyonên komando bikartînin da ku komandarên serhilda û opozisyonê bikin armanc.

Armanca vê stratejîya nû ew e ku rê bide hêzên rejîma Sûrî ku deveran kontrol bikin û jimara kuştiyên Hizbullah kêm bike û herwiha êrîşî wan koman bike, ewên ku dixwazin êrîşan li nav Libnanê bixwe pêk bînin.

Hizbullah xwedî ezmûneke dûdirêj e di êrîşên gerîla de. Wê şerê Îsraîlê kiribû piştî dagerkirina başûrê Libnanê heta ku hêzên Îsraîlî sala 2000an vekişiyan.

Hizbullah bi sedan ji şervanên xwe şandiye Sûrîyê da ku ligel hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed şerê serhildayan bikin. Hizbullah hêzeke çekdar ya Şîa ye û piranîya serhildayên Sûrî ji Misilmanên Sunnî ne.
XS
SM
MD
LG