Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî: Sûrîye Gelek Çekên Kîmyayî Şandîne Derve, lê Divê Pitir Bişîne


Komela ku çavdêriya li nehêlana çekên kîmyayî yên Sûrîyê dike dibêje 65 li sedê ji çekên wî welatî bo derve hatin veguhastin, lî pêdvîye ku ev pirose bileztir bibe.

Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî di belavokê de roja Dûşembî got, ku hikûmeta Sûrî 13 barên wan çekan veguhastine benderê Latakia.

Serokê wê rikxistinê Ahmet Uzumcu got ew pêngavên hikûmetê “pêdivî û cihê dilxweşyê ne”, lê pêwîste ku Sûrîye barên mezintir yên çekan bişîne da li demê diyarkirî erkê xwe bi cih bîne.

Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî heta 30 meha şeş molet daye Sûrîyê ku hemû çekên xwe yên kîmyayî bide dest.
XS
SM
MD
LG