Krîstiyan li seranserî cîhanê îro cejna Qiyametê pîroz dikin, roja ew bawer dikin Mesîh kesên mirî jinûve rakirin. Cejna Qiyametê pîroztirîn roj e li cem Krîstiyanan.
Papayê Vatîkanê Francis cejna Qiyametê ligel bi hezaran bawermendan li Meyda Saint Peter pîroz kir.
Qiralên Brîtanya jî cejna Qiyametê li Australia li katedraya Saint Andrew ya Încîlî li Sydney pîroz kirin.
Berî ku vegerin, William û Kate li ser Încîla Yekem Keştî îmze kirin. Ev Încîl ji alîyê rûniştvanên pêşî yên Ewropayî bo Australia ve sala 1788an hatibû anîn.
Ev Încîl berê ji alîyê qiral Elizabeth, Mîr Charles û Mîra jin Diana ve hatibû îmzekirin.
Li Ukrayna jî, welatê ku di nakokîyê de ye ligel Rûsya, Patriyarkê bajarê Kyêvê Filaret Rûsya wekî dijmin binav kir. Wî got, dê êrîşên Rûsya li dijî Ukrayna biser nekevin.
Li Rûsya jî, serokê welêt Vladimir Putin û Serokwezîr Dmitry Medvedev beşdarî rêwresmên Qiyametê li Katedraya Mesîh yê Parêzvan li Mosko bûn. Li wir Patreyark Kirill nivêjek jibo Rûsên li Ukrayna lidar xist û banga dawîhatina planên wan kesan kir ewên ku dixwazin Rûsya Pîroz wêran bikin, li gorî gotina wî.