Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Hilbijartinê li Afganistanê Hate Paşxistin


Komîsyona hilbijartinê ya Afganistanê eşkerekirina encamên pêşîn yên hilbijartinên seroktîyê paş xist da ku vekolînên ser îdîayên sextekarî bike.

Karbidestên hilbijartinê dibêjin, ji wan re pirtir dem hewce ye ku pêdaçûnê li ser hemî îdîayên hîle û sextekarîyên hilbijartinê bikin.

Di hilbijartina seroktîyê de dora heft mîêlyon deng hatine kar anîn.

Li ber bû Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe encamên hilbijartina 5’ê Nîsanê îro Pêncşemê ji bîragiştî re eşkere bike.

Rêvebirên komîsyonê dibêjin ewê encaman pêş’n roja Şemîyê ragihînin.
XS
SM
MD
LG