Prof. Dr. Abbas Walî li ser hilbijartinên Îraqê ji Dengê Amerîka re dibêje, “Hilbijartinên Îraqê ku biryar e çend roj şûn de pêk werin, xwedî girîngîyeke mezin in jibo qeyrana heyî ya li Îraqê.”
Pisporê Sîyaseta Rojhijalata Navîn Abbas Walî ku di beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Bogazîçî de dersan dide, hilbijartinên 30’ê Nîsanê yên parlamen û parêzgehan li Îraq û Herêma Kurdistanê ligel rewşa dawî ya sîyasî ji Dengê Amerîka re nirxand.
Walî got, “Li Îraqê qeyraneke kûr ya sîyasî û deshilatî heye, loma jî encamên hilbijartinan ji Îraq û Herêma Kurdistanê re girîng in.”
Birêz Walî bi bîr xist ku pirgirêkên navxweyî yên Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malîkî bixwe jî hene û hinek wezîrên wî dev jê berdane û çûne nav hêzên din yên Şîa’yan.
"Malîkî piştgirîya Amerîka ya heta niha şaş bikar anîye û pişta xwe daye Îranê, lê niha deshilatiya wî ketiye zorê ku hikûmeta Îran’ê jî hewil dide alternatîfeke din ji Kurdan û hizbên din pêk were ji dahatuyê re amade bike."
Walî destnîşan kir, pirsa herî girîng ya navbera Hewlêr û Bexdayê ligel nakokîyên din yên destûrî pirsa neftê ye, lewma jî lazim e alîyê Kurd jibo çareserîyê tevî piştgirîya Amerîka bi hin hêz û dewletên cîran re jî lihev bike.
“Di pratîkê de êdî Îraqa federalî nema ye, lê ragihandina serxwebûna Kurdistanê girêdayî şert û mercên Îraqê û derveyî Îraqê ye. Niha tê xwestin ku Kurdistana Îraqê entegreyî Tirkîyê bibe.
Birêz Walî di berdewamê de got, “Welatên rojavayî û cîran naxwazin sînorên 1916’an ku bi Peymana Sykes-Picot hatine danîn werin guhertin.”
Abbas Walî dîyar kir, “Her ku jibo hilbijartinên parêzgehan xwedî nêrînên cuda bin jî çênabe her hizbeke Kurdistanê bi lîsteyeke cuda here hilbijartinan, anku divê ligel lîsta Partîya Demokrata Kurdistanê kar bikin.”
Prof. Walî, li ser yekgirtina partîyên Kurd li Îraqê got, “Divê 12 salên borî berçav bikin ku ev jî hem di berjewendîya PDK, hem jî ya Yekîtî, Goran û hizbên din yên Îslamî de ye.”