Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Navneteweyî Bang li Sûrîyê Dike Çekên Kîmyawî di Demê de Hilîne


Sigrid Kaag, kordînatora tîma navneteweyî bo çekên kîmyawî li Sûrîyê.
Sigrid Kaag, kordînatora tîma navneteweyî bo çekên kîmyawî li Sûrîyê.
Sereka tîma navneteweyî ya berpirs bo hilanîna çekên kîmyawî li Sûrîyê bang li hikûmeta Serok Beşar Esed kiriye ku piştrast bike ewê di dema xwe de hemû çekên xwe yên kîmyawî hilîne.

Sigrid Kaag, ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî îro Yekşemê li Şama paytext gote rojnamevanan ku 92.5 ji sedî ji materyalên kîmyawî yên Sûrî hatine hilanîn. Xanim Kaag ev yek wekî pêşketineke girîng binav kir, lê wê got ku divê hikûmeta Sûrî piştrast bike hemû materyalên mayî heta dawiya vê mehê werin hilanîn.

Biryar bû Sûrîyê li 13’ê Nîsanê hemû çekên xwe yên kîmyawî hilanîba, lê ew yek di wexta xwe de pêk nehat. Pisporên navneteweyî dibêjin, dibe ku ev jî bandorekê li dema destnîşankirî ya 30’ê Hezîranê bike jibo hilanîna hemû çekên kîmyawî.
XS
SM
MD
LG