Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Çînê Serdana Afrîkayê Dike


Serokwezîrê Çînî Li Keqiang.
Serokwezîrê Çînî Li Keqiang.
Serokwezîrê Çînê Li Keqiang ji Pekînê berê xwe da Afrîkayê di geştekê de ku serdana çar welatan dike. Wî got, kêşeyên karkirin û problemên din ligel wêberhênanên Çînê li parzemînê nîşanên “êşên mezinbûyî” bûn, wekî ku wî binav kir.

Di daxuyanîyekê de ku berî çûna wî îro Yekşemê hate belavkirin, Li bang li kompanî û firmên Çînî kir ku rêzê li qanûnên xwecihî li Afrîkayê bigirin û berpirs in li hember parastina berjewendiyên civakên xwecihî û jîngehê li wir.

Serokwezîrê Çînê herwiha bang li welatên Afrîkayê yên peywendîdar kir ku qanûnên xwe yên bazarê bihêztir bikin û maf û berjewendiyên kompaniyên Çînî biparêzin û wiha jî ewlekarîya karmendên wan.

Birêz Li di vê geşta xwe de ku hefteyekê dirêj dike, serdana Ethiopia, Nigeria, Angola û Kenya dike.
XS
SM
MD
LG