Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Soz Dide Êrîşên Leşkerî li Dijî Serhildayên Ser bi Rûsya ve Berdewam Bike


Tankeke artêşa Ukraynî li bajarê Slavyansk.
Ukrayna dibêje, ewê fişara êrîşa xwe ya leşkerî li dijî cudaxwazên ser bi Rûsya ve li Rojhilata Ukraynayê berdewam bike, li dema ku Kremlin ragihand ku bi hezaran peywendî û bang ji xelkên Rûsî axiv ji wê herêmê jê re hatin.

Wezîrê Demkî yê Hundir li Ukrayna Arsen Avakov got ku leşkeran birceke televizyonê û avahiyên hikûmetê careke din ji serhildayan li bajarokê Kramatorsk standine. Bajarokê Kramatorsk nêzîkî bajarê Slovyansk yê ku navendeke serhildayên ser bi Rûsya ve ye.

Serokê Civata Berevanî û Ewlekarîya Niştimanî ya Ukraynayê Andrily Parubiy îro Yekşemê got, ewê operasyoneke dijî terorê li bajarokên din ji bilî Slovyansk û Kramatorsk were destpêkirin.

Li Moskoyê, berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov got ku Serokê Rûs Vladimir Putin hîn biryar nedaye çawa bersiva vê êrîşa Ukraynî bike. Di vê êrîşê de bi kêmî 42 kes hatin kuştin ku piraniya wan ser bi Rûsya ve bûn. Ew roja Îniyê li bajarê Odessa hatin kuştin.

Rûsya nuha bi kêmî 40 hezar leşker danîye ser sînorê xwe ligel Ukrayna. Kremlin dibêje, ew maf diparêze ku derbasî Ukrayna bibe jibo parastina kesên netewa Rûs.
XS
SM
MD
LG