Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derxistina Serhildayên Sûrî ji Humsê Destp Kir


Bizavkarên Sûrî û çavdêrên serbixwe dibêjin, derxistina serhildayên Sûrî ji Hums a dorpeçkirî bi jimareke otobusan destpê kir.

Bizavkarên Sûrî dîyar dikin ku bilî serhildayan, kesên sîvîl jî ji bajêr têne veguhastin.

Bajarê Hums ku demekê wek paytaxta serhildanê dihat nav kirin, wê êdî di bin kontrola hikûmeta Esed be.

Hevdem, serhildayên dijî Esed hêlan ku alîkarî bigeheje du bajarokên ku di bin dorpeça wan de ye.

Operasyona alîkarî beşeke peymana navbera serhildayan û hikûmeta Sûrî ye.

Serhildayên li Humsê qayil bûn ku bajar teslîmî hikûmetê bikin û berdela wê, hikûmet jî rê da wan kui herin deverên din yên bin kontrola hikûmetê.
XS
SM
MD
LG