Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervana YPG'ê Kînem Çîçek li Dîyarbekirê Hat Binax Kirin


Şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kînem Çîçek, 4’ê vê mehê de li Kobanê jîyana xwe hinda kir.

Çîçek ku bi navê xwe yê şervanî, Rûken Kobanê dihat nasîn, di pevçûneke dijî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) de jîyana xwe ji dest da.

Malbata Kînem’ê termê wê do Sêşemê ji Kobanê anî Dîyarbekirê.

Îro merasîmeke girseyî jibo wê hate kirin ku tê de Cîgira Hevseroktîya BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Dîyarbekirê Gultan Kişanak, Serokê Meya-Der'a Dîyarbekirê Halil Oruç, Dayikên Aştîyê û bi hezaran hemwelatî beşdar bûn.

Kînem Çîçek ku 21 salî bû ji Dîyarbekirê bû. Ew sê sal in ku ew li Rojavayê Kurdîstanê şervana YPG’ê bû.
Dayika Kînem’ê, Neşîde Çîçek hasten wiha wiha dyar kir: “Roja ku şehîd be em bi telefonê axifîn. Moralê wê baş bû. Me li ser daxwaza keça xwe termê wê anî Amedê ku li vê derê binax bikin.”

Cîgira BDP’ê Meral Daniş Beştaş di merasîmê de got, li Rojavayê jibo jîyaneke azad tekoşînek heye û ev tekoşîn ne tenê jibo Rojava e, jibo hemî Rojhilata Navîn e.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG