Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Îslama Demokratîk Dawî Bû


Democratic Islam Congress
Democratic Islam Congress
Kongreya Îslama Demokratîk ku di 10 û 11'ê vê mehê li Dîyarbekirê hatibû kirin, bi encamnayeke, ku ji 14 xalan pêk tê, bidawî bû.

Encamane Kurdî ji alîye Ferah Diba Keskin ve hat xwendin.

Di çarçova peymana Medineyê de pêwîstîya jinûve înşakirina umetê, herwiha li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, jibo mafê jinan, jibo pêvajoya çareserîyê û pirsgirêka Kurd, sêdarekirinên li îranê û biryara îdamên li Misrê û azadîya Abdullah Ocalan biryar hatine girtin.

Encamname:

1-Di encamnamê de jî Peymana Medineyê hatîye destnîşan kirin û tê gotin Îro erdnîgarîya me bi qeyraneke mezin a ku nikare tehemul bike re rû bi rû ye. Ev rewş di çarçoveya Hevpeymanîya Medîneyê de înşakirina umetê ji nû ve li ser me pêwist dike.

2-Terma “umetê” ya ku di madeya yekem a Hevpeymannameya Medîneyê de derbas dibe xwedî wateyeke pirnasnameyî, pirzimanî û pirbawerî ye û divê nêrînên sîyasî û bawerî bigirin berçavan, ku umet ji dînên cuda ji mezhebên cuda, bawerî û nasnameyên cuda pêk tê.

3-Bikaranîna gelan a ziman û çanda, xwe bi awayekî azad mafekî ku xwedê daye. Nayê qebûl kirin ku tu desthilatdarîyeke sîyasî û şîroveyeke olî van civakan ji vî mafî bêpar bike.

4- Gelê Kurd yek ji wan gelên qedîm e ku li ser erdnîgarîya ku dijîn ji destpêka dîrokê heya niha li ser navê dîn û umetê her cure berpirsîyarî û fedakarî bi cih anîne. Niha divê umet jî li hemberî êrîşên desthilatdarîyên laîk, netewe-dewlet, mezhebperest û neteweperest yên li ser Kurdan, berpirsîyarî û fedakarîyên xwe nîşan bidin.

5- Kongre bi taybetî tacîz, tecawiz, cînayet, zewicandina bi zarokatî û her cure tundîyên ku ji alîyê hişmendîyên zilamperest û desthilatdarî ve tên meşandin red dike.

6-Disa di dewamîyê de hatîye îfade kirin ku kongre mafên jinan û temsîlîyeta wan di temamê qad û sazîyan de bi awayekî azad qebûl û nas dike.

7- Sêdarekirinên îran û Misrê herwiha sîyaseta mezhebi ya li Bahreyn û Erebistana Suudî, nêzikatîyên eşirtî yên li Lîbya û Yemenê weke xencereke mezin ya din av dile îslamê de hatine binavkirin. Herwiha bang liv n aktören sîyasî kriine ku dev ji tundîyê berdin.

8-Kongre jibo selametîya pêvajoya çareserîyê jî derdorên îslamî jî vedixwîne ku berpirsîyarîyên xwe bi cih bînin û bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin.
Xalên 9 û 10an li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

9- Şer û pevçûnên ku li Surîye û Rojava diqewimin îradeya bihevrejîyana gelan tehdît dike. Kongre dide zanîn ku bi wan rêxistinên ku bi fetwayên derbareyê tundîyên ku pêk tînin de û desthilatdarîyên ku bi polîtîkayên xwe piştgirîyê didin wan bi ruhê îslamê re nayê cem hev.

10- Kongre Jibo ku alîkarîyên însanî bigihîjin Surîye û Rojava hemû alî û dewletên yên têkildar dawetî vekirina derîyên sînoran dike.

11-Di serî de yên elewî, ermenî, suryanî û êzîdî hesasîyetên hemu civakan li ber çav bê girtin û maf û azadîyên wan yên bingehîn bi makezagonan bên garantî kirin.

12-Kongreya me di cihê dîyaneta ku îktîdar û dewletê derdixe pêş de, hişmendîyeke ku civakê û îslama pirane esas digire û tehekuma wê ya li ser ol û bawerîyan qebûl nake. Kongre di şexsên Mele Evdilayê Timoqî, Şêx Seîd û Seîdê Kurdî de Jibo tevahîya mensûbên medreseyan ku di hînbûna îslama rastî de keda wan derbas bûye re hatîye îthaf kirin.

13-Kongre wek alternatîfa kapîtalîsta nûjena hakîm, hişmendîya îslamê ya adil, demokratîk, pirane, wekhev û azad girîng dibîne.

14-Jibo ku Birêz Ocalan hên çalaktir beşdarî pêvajoya aşîtîyê bibe em bi duayên xwe piştgirîyê didin azadîya wî û azadîya wî dixwazin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG