Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gultan Kişanak û Firat Anli: Felaketa Soma Ne Qeder e


Li Tirkîyê, li navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê, li madena komirê, jiber teqîna trafoya şewat derket.

Hêjayî gotinê ye teqîna li madenê jiber guhertina nobeta kar de pêk hat û li gorî zanyarîyan di wê saetê de 787 karker di madenê de bûn.

Jiber vê felaketê li Tirkîyê 3 roj şîn hat îlan kirin. Bûyera li Somayê li Dîyarbekirê bi daxuyanîyan hat şermeza rkirin.

Hevşaredarên Bajarvanîya Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli jibo karesatê gotin ev ne qeder e û dewletê dikaribû pêşî lê bigirta.

Sendikayên li bajêr jî bibîrxistin 2 meh berê jibo rewşa madenan lêkolîn bikin, li parlamenê pirsîyarnameyek hat pêşkêş kirin, lê ev ji alîyê AKP’ê hat red kirin.

Nûnerên sendikayan dan zanîn sibe hemî sendika jibo rojek dest ji kar berdidin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG