Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Xwepêşandanê jibo Felaketa Somayê Didomin


Di roja duyê de ji bîrên komirê yên li Somayê derxistina meytên karkeran dewam dike û hejmara qûrbanîyan jî zêdedibe.

Jibo felaketa herî mezin ya madenê ya li Tirkîyê, 3 roj şîn hat îlankirin. Jibo şînê îro li seranserê Tirkîyê hemî sendîka jibo rojek dest ji kar berdidin.

Li Dîyarbekirê jî jibo felaketê kiryar û bizavên cuda tên lidarxistin. Roja Pêşemê jî bi hezaran kes li Ofîsê kom bûn û li vir bizava rûniştinê lidarxistin. Xwepêşandêr paşê jî heta Derîyê Çîyê meşîyan.

BDP’ê bi daxuyanîyek bûyerê şermezar kir. Hevseroka BDP ya Xanim Amedê Zubeyde Zumrut jî li ser mijarê axifî:

"Mixabin carek di hat dîtin ku jîyana mirovan, jîyana kedkaran pir bê qîymet e. Ev bûyer nêzikb[na dewlet û hik[metê ya jibo kedkaran derxist holê."

Zumrut got divê herkes xwedî li Somayê derkeve.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG