Sîyasetvanê Kurd Seydî Firat li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk KCD dê beşdarê komxebata Pêvajoya Çareseriyê dibe. Ev komxebat di 6ê mehê de li Diyarbekirê pêk tê û ji aliyê lijneya lêkolîn û geşepêdane (AR-GE) ya AK Partiyê tê birêvebirin.
Birêz Firat ji Dengê Amerîka re got piştî ku pêvajo destpêkir, 136 qereqol û qeleqol hatin avakirin û gel dipirse ka hikumet çima zorê daye avakirina qereqolan, di serê herkesi de pirs çêbûne ka berê pêvajoyê ber bi kuderê ve diçe. Wî got, KCD piştgiriyê dide pêvajoyê û divê hêviya aşitiyê bê parastin.