Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên El-Qaida 14 Serbazên Yemenî Kuştin


Bergûmanên çekdarên El-Qaide li başûrî Yemenê êrîşek li xaleke çavdêriya leşkerî kirin û14 serbaz têde kuştin.

Fermandarên ewlekariya Yemenî dibêjin, hindek sebazên din birîndar bûn di êrîşa îro Pêncşemê de, li nêzîkî gundekî li hirêma Shabwa yê. Yemen wekû bengehekê ye (Hêlînekê ye) ji reşxistan tîrorîst Alû Qaida re, ya herî çalak li Girava Eerbî.

Serokê Artêşa Yemenî got, bi kêmanî 500 çekdarê AlQaida hatine kuştin ji Nîsana bûrî ve, di êrîşên lêşekrî li dijî girûpê Tîrorîstê li Yemenê. Di kûnfiranseke rojnemevaniyê de, Kolnêl Seîd el Feqîh got ku, 40 sebazên hikûmetê hatine kuştin di wê êrîşê de.

Karbidst dibêjin ku ew êrîş ji bo tolhildanê ye ji aliyê Alqaida ve, ji êrîşên lêşkerî re.
Êrîşa roja Pêncşemê hat, piştî rojekê ji gotina fermandarên hirêmî ku bi kêmanî 3 çekdar hatin kuştin di êrîşa balefire bê firokevan li navenda hirêma Marib, ku gûman dikin ew ji andamên AlQaide bin.
XS
SM
MD
LG