Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê ji Bûyerên Îraqê Xembar e


Mîlîtanekî DAIŞ li Musilê
Kontrolkirina mîlîtanên Îslamî bo konsulxaneya Tirkîyê li bajarê Musilê yê Îraqê, egerê tîne holê ku Enqere maytêkirinê li vê nakokîya ku bilez belav dibe, pêk bîne.

Rêxistina Îslamî ya radîkal ya binavê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) 49 diplomatên Tirk û malbatên wan dîl kirîye, di wan de jî zarok hene. Berdevkekî DAIŞ jibo ajanseke nûçeyan li Kurdistana Îraqê ragihand ku ewê ti zîyanê negihînin diplomatan.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu hişyarîya tolhildanê daye eger zîyan gihişte diplomatan.

Meha borî, Enqere rêxistina Îslamî ya radîkal Cebhet el Nursa, ya ku ew jî ser bi el Qayde ve ye, wekî rêxistineke terorîst binav kir.

Roja Duşemê, herdu serokên Tirkîyê û Îranê pêgirîya hevkarîya welatên xwe dan jibo gefeya terorê û tundrêbûna radîkal li herêmê.

Çavdêr dibêjin, bûyerên vê dawîyê li Îraqê dibe ku wê hevkarîyê zû bikin, lê hîn gelekî zû ye ku mirov bibêje ewê ev hevkarî xwedî karekî bi wate be.
XS
SM
MD
LG