Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Şofêrên Kurd di Destê DAIŞ de Dîlgirtî ne


Dayikên şofêrên Kurd
Dayikên şofêrên Kurd
Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAİŞ), dema ku Mûsilê kir jêr kontrola xwe, 32 şofêr û 49 xebatkarên Konsolosxana Mûsilê ya Tirkîyê dîl girtin.

Di nav şofêrên girtî de 18 kes ji bajarê Şirnexê ne.

Remezan Şimşek (45) û lawê wî Ozgur (19), herdû xwarzîyên wî Selehedîn (25) û Servet Karakan (23) ji gundê Xezalan ya li ser Silopê, ne.

Hêjayî gotinê ye xal û xwarzan cara yekê ye ku diçin sefera neqlîya mazotê.

Pîra Sîsê dayika Remezan e. Tevî lawê wê, 3 nevîyê wê neha di destê DAİŞê de ne.

"Zarokê min jibo keda helal çûn û zirara wan nagiheje tu kesî. Hêvî û daxwaza min ji xwedê ew e, bila zarokê min bi silametî vegerin."
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG