Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Kongreya Neteweyî Banga Amadekariyê Hat Kirin


Delegeyên Bakûrê Kurdistanê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd; Ahmet TURK, İmam TAŞÇIER, Adem OZCANER û Mulkiye BÎRTANE ; bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemû delegeyên Komîteya Amedekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên Kurdan kirin da ku di demeke wisa girîng a rewşa Rojhilata Navîn de Komîteya Amedekar bicive.

Endamên Komiteya Amadekar diyar kirin, êrîş û guherînên dawî yên ku li Iraqê rû didin, hem ji aliyekî ve destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixin xetereyê hem jî ji aliyekê ve ji yekîtiya gelê Kurdistanê re derfet û firsendan çêdike.

Parlamentera Qersê ya HDPê Mulkiye Bîrtane ji Dengê Amerîka re got "Dagirkirina Mûsilê ne tene jib Kurdan jibo hemî Rojhilata Navîn xetereyek mezin derdixe holê. Polîtiqayên herkesi li ser wê axê heye lê poltiqayek hevpar ya Kurdan tuneye."
Sîyasetvana Kurd diyar kir mafê Kurda ye ku yekîtiya xwe jibo azadiya xwe pêk bîne û ev zirarê nade tu gelan.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG