Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ser Rewşa Îraqê ligel Rêberên Wî Welatî Peyîvî


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden do êvarê bi telefonê ligel rêberên girîng yên Îraqî axifî û rewşa heyî li wî welatî gotûbêj kir.

Birêz Biden ligel Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlemana Îraqê Usame Nucêfî axifî.

Daxuyanîya Qesra Koşka Spî dîyar kir ku Biden roja Çarşemê bi telefonê ligel her sê rêberan axifî û pêgirîya Washingtonê ya dijî şerê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ragihand.

Biden di axaftina xwe de, herwiha rewşa ewlekarî li Îraqê û alîkarîya vê demê ya Amerîka ya jibo wî welatî jî nirxand.

Wî herwiha bal kişand hewcedarîya hikûmeteke nû ku dikare hemî pêkhatîyên Îraqê hembêz bike.

Biden ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re got, jibo pêşîgirtina gefa DAÎŞ, divê navbera hêzên Kurdî û yên Îraqî kordînasyonek hebe.

Biden bi bîr xist ku wekî ku di destûra Îraqê de jî hatiye destîşan kirin, Kurd di prosesa netewî ya Îraqê de xwedî roleke bingehîn in.
XS
SM
MD
LG