Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de li Hama Dehan Kes Hatine Kuştin


Medyaya dewleta Sûrîyê dibêje, di encama peqîna bombeyeke otomobîlî herî kêm 34 kes li devereke bin kontrola hikûmetê ya li Hama hatine kuştin.

Ajansa îro Înê rgihand ku 50 kesên din jî di peqîna li gundê el-Hurra hatine birîndar kirin.

SANA got, “terorîstan” otomobîleke bi 3 ton madeyên peqînkar peqand û di encama de gelek xanî jî wêran bûn.

Karbidestên Sûrî peyva “terorîst” bikar tînin, dema ew behsa serhildayan ku dijî rejîma Beşar el Esed şer dikin.

Enîya Îslamî bi rêka Twitter berpirsîya wê êrîşê girt ser xwe û got, armnaca wan mîlîtanên hikûmetê bûn.
XS
SM
MD
LG