Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Plana Aştîyê Eşkere Dike


Serokê Ukrayna Petro Poroshenko li ber e plana aştî ya 14 xalan eşkere bike ku dawî li alozîya piştgirên Rûsya li rojhilata welêt bîne.

Hikûmeta Ukraynî îro Înîyê hin beşên planê ligel bîra giştî parve kir, berî ku ew bi fermî bê ragihandin.

Plan banga agirbesteke yekalî dike ku derfet bide serhildayan ku çekên xwe berdin û ji Ukrayna derkevin.

Hate ragihandin ku birêz Poroshenko hurgilîyên planê bi telefonê ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin gotûbêj kiriye.

Poroshenko dîyar kir ku divê sînorên welatê wî karîgerî bêne parastin û kesên dîlgirtî bêne azad kirin.
XS
SM
MD
LG