Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest jiber Hatina Zarokên Bêkes bo Amerîka Xembar in


Karbidestên Amerîkayî bi hatina jimarên mezin ji zarokên bêkes ji Amerîka Naverast bo nav axa Amerîkayê bi şêweyekî neqanûnî, xembar bûne.

Ji Oktobera 2013ê heta Gulana 2014ê, tê texmînkirin ku dora 47 hezar zarok hatine Amerîka. Ligel vê yekê jî hinek agahiyên şaş derdikevin ku Amerîka nema qanûnên xwe yên koçberiyê bicî tîne û destûrê dide van zarokan ku li Amerîka bimînin.

Karbidestên Koçka Spî dibêjin, pirsgirêka sînor encama kempeyna agahiyên şaş yên bi mebest e ku ji aliyê rêxistinên tawankar û tevneyên qaçaxçiyê li Amerîka Naverast.

Şirovekar dibêjin, hejarî û nebûna derfetên abûrî jî didin xuyakirin çima dê û bav li welatên tundûtûjî lê heye wekî el Salvador, Guatemala û Honduras zarokên xwe bi tenê di geşteke dirêj bi riya Meksîkê dişînin bo Amerîkayê.

Bi sedan zarokên bê belge li navendên binçavkirinê li nêzîk sînorê wîlayeta Teksasê tên hiştin û gelekên din jî hatine şandin bo navendeke taybet ku li wîlayeta Arizona hatiye avakirin.
Rêvebiriya Obama ragihandiye ku ewê bi milyonên dolaran werin şandin bo welatên Amerîka Naverast jibo programên cûrbicûr, di nav de jî alîkariya kesên ku ji Amerîka têne derkirin.
XS
SM
MD
LG