Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çinar Salih: Jinên Rojava Bi Her Cure Çekên Giran Şerê DAIŞ’ê Dikin


Salih Turan ligel Çinar Salih
Salih Turan ligel Çinar Salih
Rêvebira TEV-DEM’ê li Kurdistana Sûrîyê Çinar Salih, rola jina Kurd di nav refên şer û rêveberiyê de, ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Ew dide xuya kirin, “Cudahiya jina Rojava ew e ku li hemû eniyên pêş cihê xwe girtiye û mebest jî ne êrîşkirin, xweparastin e. Hem YPG hem jî YPJ li ser vê bingehê tevdigere. Eger hêza dinyayê giş di destê me de be jî em êrîşî ti kesî nakin.”

Xanim Salih dibêje, “Her çiqas jê re şoreşa Sûrîyê tê gotin jî şoreşa rastîn li Rojava ye ku cewherê wê jî jin e.”

Çinar Salih balê dikişîne ser piştguhkirina jinê li nav civakê û dîyar dike, “Jin parçeyekî girîng yê jiyanê ye. Heke ew parçe felc bibe demokrasî jî tu carî li nav civakê pêk nayê.”

Birêz Salih li ser beşdarbûna zêde ya jina Kurd li nav şoreşê jî dide zanîn, “Berteka li ser Kurdan û êrîşên DAIŞ’ê yên jinê tune dikin hişt ku nirxa jina Kurd derkeve pêş û ew bi hemû awayan tevlî têkoşînê bûn.”

Xanima Salih radigihîne, “Jin li kêleka YPG’ê li dijî DAIŞ’ê beşdarî şerên dijwar dibin û hemû cureyên çekên giran jî bikar tînin.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:47 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG