Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Nû ya Îraqê Nikarî Serokwezîr Hilbijere


Parlemana nû ya Îraqê bê ku serokwezîrekî nû hilbibjêre, kombûna xwe ya yekê bi dawî anî.

Piştî ku li dawiya meha çar Nîsanê endamên parlimanî hatin hilbijartin, bo cara yekê îro civyan, lê serokê parlimanî yê demkî Mahdkî al Hafid kombûn bi dawî anî piştî ku jimarek ji endaman ji bênvedanê venegerîyan kombûnê.

Wî got ku hefteyeke din ew dê kom bibin heke giheştin rêkeftinekê.

Di kombûna îro de ji 328 endaman, 255 endam amede bûn.

Alozî kete nav hola parlemana demê ku endama nû ya parlemanê Necîbe Necîb daxwaz ji hikûmeta Serokwezîrê Nurî el Malikî kir ku dorgirtinê li ser Herêma Kurdistanê hilgire û heyvana karmendan bide.

Li ser vê mijarê, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ligel Muhsin Osman endamê parleman Îraqê hevpeyvînek kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG