Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DIHA Dibêje DAÎŞ Şoferên Tirk Berdane


Ajansa Dogan ya Tirk ragihand ku Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) 30 şoforên qamyonên Tirk serbest kirin ku meha borî li Îraqê hatibûn revandin.

Karbidestên Wezareta Tirkîyê demûdest şîrove nekirin ku ew nûçe rast in yan ne.

Ajansa Dogan ya nûçeyan herwiha ragihand ku şoforên Tirk ber bi Herêma Kurdistana Îraqê ve hatine veguhastin.

Hêjayî bîr xistinê ye ku mîlîtanên DAÎŞ ew şofîr di 9’ê Hezîranê de li Musilê revandibûn.

DAÎŞ herwiha 49 kesên din jî, di 12’ê heman mehê de, ji konsulxaneya Tirkîyê ya li Musilê revandibûn lê heta niha agahîyek ji wan kesan tuneye.

XS
SM
MD
LG