Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şebab Parlemanterekî Somalî Kuşt


Parlemanterê Somalî Mohamed Mohamud Hayd di encama êrîşeke de îro Pêncşemê li paytaxt Mogadîşû hate kuştin.

Karbidestên Somalî ragihand ku jimareke çekdaran Hayd di nav otomobîla wî de kuşt.

Parlamenter Abdullahi Ahmed Conka, ku di dema êrîşê de ligel Hayd bû, ji Dengê Amerîka re got, çekdaran bi otomobîleke din nêzîkî wan bûn û êrîê pêk anîn.

Conka got, zerevanê Hayd jî hate kuştuin, dema wî hewil dida ku bersîva êrîşkaran bide.

Gruba mîlîtan el Şabab, ku ligel El Qayde peywendîdar e, ragihand ku endamên wê ew êrîş pêk anî.

XS
SM
MD
LG