Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî Daxwaza Referanduma Serxwebûnê Dike


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji parlemanê xwest ku referandumeke ser serxwebûne pêk bîne.

Birêz Barzanî roja Pêncşemê ji qanûndanêrên Herêma Kurdistanê re peyîvî. “Dem hatiye ku em biryara çarenivsa xwe bidin û li benda biryara hinekên din nemînin.”

Barzanî ji parlemanê xwest ku komîteyek amade bikin ku dema referandumê dîyar bikin û ew cîh bînin.

Biryara Barzanî çend roj piştî rûniştina pêşîn ya parlemana Îraqê tê ku nekarîbû serokwezîrek hilbijere.

Serokwezîrê Îraqê Nurî el-Malikî di bin giwaştinê de ye kui dest ji posta xwe berde û rê li ber hilbijartina serokwezîrekî nû veke.

XS
SM
MD
LG