Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platformeke Nû Jibo Çalakvanên Mafên Mirov û Civaka Sivîl


Ev çend roj in ku rêxistineke mafên mirov li Amerîka platformeke nû ragihandiye armanc jê alîkariya çalakvanên mafên mirov li seranserî cîhanê. Platforma bi navê movements.org ji aliyê rêxistina Advancing Human Rights vey a Amerîkî hate destpêkirin.

Li gelek welatên jêr desthilatdariya dîktatoriyê, zehmet e ku çalakvanên mafên mirov û civaka sivîl bi azadî karê xwe bikin. Ew yan rastî tundtûjiya hikûmetên xwe tên yan jî jêder nînin ku karê xwe bi rêk û pêk birêve bibin.

Erkê vê platforma xwe nû hatiye ragihandin ew ku peywendiya van çalakvanên pêdivî bi alîkarîye hene bi sponsor û rêxistinên navneteweyî çê bikin. Armanca vê grûpê ew e ku di cîhaneke înternetî de ev kes karibin peywendiyekê durist bikin da ku bibe piştgirî jibo xizmeta mafên mirov û civaka sivîl.

David Keyes, rêverbirê cîbicîkar yê rêxistina Advancing Human Rights e. Ew dibêje, movements.org platformeke ku alîkariya çalakvanên civaka sivîl ji seranserî cîhanê dike peywendiyê bi kesinan re bikin da ku alîkarî û piştgiryê pêşkêşî wan bikin. Ew alaveke jibo zehmetiyan ji rejîmên dictator re derxîne û jiyanê jibo çalakvanan demokrasîxwaz hêsan bike.

Ahed el Hindî, rêvebirê beşê Erebî ye yê vê rêxistina nû hatiye avakirin. El Hindî dibêje, ew hêvî dikin ev platform bibe pireke peywendiyê di navbera çalakvanan û rêxistinên navneteweyî de.

Ew dibêje, "têrê nake ku tu tenê li dijî rejîmeke dictator be. divê baweriya te bi demokrasiyê were, baweriya te bi wekhevî û mafên mirov were."

Gelo ev rêxistin alîkariya xwe ji ku de tîne da ku projeyekî wisa birêve bibe?

David Keyes dibêje gelek jêderên wan yên alîkariyê hene, "gelek kes û rêxistin hene ku dixwazin alîkariya me bikin. Di 2012ê de kompanyaya Google pere da me da ku em destpê bi projeyê bikin."

Berpirsên movements.org dibêjin, ew hêvîdar in ev proje bibe destpêkek jibo alîkariyeke cidî ji çalakvanan re. Ew herwiha didin zanîn ku gelek kes li vê cîhanê hene hatine bêdengkirin. Hêviya wan jî ew ku jêderek wekî vê platformê bibe piştek ji wan re da ku dengê wan li cîhanê were bihîstin.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi deng, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG