Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê Parlemana Îraqê Hat Hilbijartin


Parlemana nû yê Îraqê di dengdanekê de serokê nû hilbijart û rê xweş kir bo hilbijartina serokê nû yê welatî ku dê berbijarê mezintrîn lista di nav parlemanê de be.

Roja Sêşemê li prosesa dengdanê ji 328 endamên parlemanê, 273 endama pişkdarî kir.

Salîm al-Jubourî ji lîsta Niştîmanî yê Sunnî (Îtihad al Qiwa al Wataniya) bi 194 dengan posta seroktîya parlemanê bir, lê hevrika wî xanim Shorooq al-Abayaçî, 19 deng înan û dema jimartina dengan, 60 deng hatin jinavbirin.

Niha çaverê tê kirin ku cêgirin serokê parlimanî bên helbijartin. Berbijarên bo posta cêgirê yekê, Hayder Alabadî ji lîsta Dewleta Qanûnê ya Serokwezîr Nûrî al Malikî û Ahmed Çelebî ji lîsta al Ahrar ya ser bi Muqteda Sadr.

Cêgirê diwê dê Kurd bit û bi tenê berbijarek heye ku wedyare lîstên Kurdî li ser rêkeftine, ku ew jî Arma Şêx Ahmed e ji lîsta Goran e.

XS
SM
MD
LG