Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Grubeke Îslamî li Diyarbekirê Êrîşî Kona Fitarê Kirin


Konsolosê Amerîka yê Edenê John Espinoza ligel rêvebirên herêmî yên Kurd

Konsolosê Amerîkayê yê Edenê John Espinoza roja Sêşemê li Dîyarbekirê bi hevkarîya Bajarvanîya Surê xwest li kona fitarîyê ya Derîyê Çîyê jibo 500 kesî şîva fitarê bide.

Lê, grubeke ji 500 kesî pêk dihat, bi hiceta ku êrîşên îsrailê yên ser Gaza protesto bikin ala Amerika şewitandin, avêtin ser kona fitarîyê û konê serûbin kirin.

Êrîşkaran êrîşê ser xelkên li konê jî kirin û di encamê de 8 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 3 kesan giran e.

Piştî bûyerê, 8 êrîşkar hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye berîya ku Espinoza hare kona fitarîyê, grubeke îslamî bi daxuyanîyek dîyar kir ku ewê li ber konê helwesta Amerîka ya jibo Gaza protesto bikin.

Li ser vê xeberê konsolos jiber rewşa ewlehîyê neçû konê.

Birêz Espinoza piştî bûyeran li Cemîyeta Rojnamevanan daxuyanîyek da.

“Me xwest em hurmeta xwe ya jibo bawerîyan nişan bidin, lê mixabin hinek kes ku ew ne temsîla Dîyarbekirê ne, bi êrîşek hovane avêtin ser konê û xwarina mirovan rijandin.”

Espinoza bi berdewamî got, helbet mafê protestoyê divê hebe, lê heqê kesî nîne ku şîva xelqê birjînin. Wî got, ev êrîş nikare têkîlîya nav Tirkîye û Amerîka xera bike.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG