Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Îsraîlî Dibêje Îsraîl û Hamas Giheştin Rekeftinekê


Karbidestekî Îsraîlî dibêje, Îsraîl û mîlîtanên Hamas li Kerta Gaza giheştin rekeftina agirbestekê ku roja Înê destpê bike.

Karbidestê Îsraîlî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got agirbest wê demjimêr 6ê êvarê destpê bike.

Demûdest ji Hamasê daxuyanîyek li ser wê mijarê nehat.

Her du alî berê jî qayil bibûn ku jibo pênc seetan rê bidin ku alîkarîya mirovahî bigeheje cîhê xwe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu mîlîtanên Hamas tawanbar kiribû ku bi mîlyonan sîvîlên Îsraîlî li Gaza dike hedef.

Netanyahu herwiha gotibû ku Hamas, mirovan wek mertala parastinê dixebîtine.

XS
SM
MD
LG