Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Îsraîl ya Erdê li Xeza Dikeve Roja Sêyem


Operasyona Îsraîlê li Kerta Xeza îro Şemiyê kete roja xwe ya sêyem, ligel çend êrîşên roketan ku dûmaneke stûr li azman çê kirin.

Îsraîl dibêje, operasyona wê ya li ser erdê jibo wê egerê ye ku tunelan wêran bike, ewên ku ji aliyê çekdarên Hemas ve tên bikaranîn ku derbasî Îsraîlê bibin û çek û teqînokan derbas bikin.

Artêşa Îsraîlî dibêje, wê li bêtirî 200 armancên terorîstan xistine ji dema ku operasyonê derengî Sêşemê destpê kiriye. Di encamê de jî bêtirî 20 mîlîtan hatine kuştin.

Derengî Îniyê, Civata Ewlekariya NY civîneke awarte jibo krîza Xeza lidar xist.

Balyoza Amerîka li NY Samantha Power dibêje, rêka bitenê jibo bidawîanîna vê rewşê rawestandina demûdest ya roketan ji Xeza ye. Ev e tişta ku em îro pê bang dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG