Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbaniyên Balefira Malezî Tên Bibîrxistin û Çîn Sersaxiyê Dike


Bermayên balefira Malezî li rojhilata Ukrayna.
Bermayên balefira Malezî li rojhilata Ukrayna.

Rêvebirê Civaka AIDS ya navneteweyî dibêje, şeş hevkarên wî dê roja Yekşemê di vekirina konferansê li Australia werin rêzlêgirtin.

Helkeftineke taybet jibo qurbaniyên firokeya Malezî îro Şemiyê li Australia pêk hat. Li dema ku ew dihatin bîrxistin, karbidestekî Malezyayî xwe amade dikir ku here Ukrayna jibo birêveçûna vekolînê piştrast bike.

Hemdem, çavdêrên Ewropayî ji Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê li cihê bûyerê amade ne, lê gelek rê ji aliyê serhildayan ve nehatine dayîn. Serhildayên ser bi Rûsya ve devera ku balefir li hatiye xwarê kontrol dikin.

Ji aliyekî din ve Çînê ji tevlî civaka navneteweyî bû jibo derbirîna sersaxiya qurbaniyên balefira Malezî û malbatên wan.

Di daxuyaniyekê de ku yekser piştî bûyer trajîk hat, Wezareta Derve ya Çînê got, ew bi bûyerê mat mabû û hêvî dike ku sedemên ketinê zû werin zanîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:42 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG