Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û NY Bizavek bo Aştîyê Destpê Dikin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yêkbûyî Ban Ki-moon û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry berev Qahîre bi rê ketin di bizavek nû de bo navberî kirina rawestandina şerî navbera Îsraîlê û çekdarên Hamas li Xeza ku eve du heftiyan didome.

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje bizava ku bo aştîyê tê kirin divê ku şer û kuştina sivîlên bêguneh rawestîne.

Îsraîl dibêje ku îro firokên wê yên şerî pitir ji 50 armancên Hamas dane ber bomban, ku li wan du avahiyên çêkirina çekan û şeş moşekhavêj bûn. Hamas 50 moşek havêtin nav Îsraîlê û bizav kir ku şerkeran bi dizî ve derbazî wî welatî bike, lê hêzên Îsraîlî pê hesîn û 20 milîtan kuştin.

Karbidestên Felestînî got ku di êrîşên Îsraîlê de pitir ji 500 akincîyên Xeza hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG