Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: 2 Firokên Me li Rojhilata Welêt Ketin Xwarê


Wezareta Berevanî ya Ukrayna dibêje, du jî firokên wê yên ceng li rojhilata wî welatî ketine xwarê, piştî ku êrîş lê hatine kirin.

Berdevkekî wezareta berevanî îro Çarşemê got ku firok li devera Savur Mogila hatine xistin.

Heta niha li ser rewşa pîlotan ti agahî peyda nebûn.

Hevdem, firokeke Hollandî ku termên qurbanîyên bûyera hefteya borî hildigire, ji paytaxt Kîyev ber bi Hollanda rê ket.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta Hollandî rojeke şîngirtinê ragihand, di vê demê de ku termên qurbanîyan digihejin.

Di ketina firoka Malezî de 298 rêwî hatibûn kuştin ku piranîya wan hemwelatîyên Hollandî bûn.

XS
SM
MD
LG