Çavdêrên navnetewî Ii rojhilata Ukrayna ji cîhê ketina firoka Malezî vegerîyan, piştî ku cudaxwazên ser bi Rûsya nehêlan ku ew têkevin cîhê rûdanê.
Karbidestên Ewropî dibêjin, çevdêrên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropî (OSCE), piştî gotûbêjan ligel serhildayanvegerîn navenda xwe ya li bajarê Donetsk.
Berdevkê Konseya Ewlekarî û Berevanî ya Ukraynî Andriy Lysenko îro Çarşemê got, serhildayan mayn danane derdora cîhê ketina firokê.
Malbatên felaketa 17ê Tîrmehê ku 298 kes tê de hatibûn kuştin, di xemê de ne vekolêr bikarin xwe bigehînin cîhê bûyerê û vekolînê bikin.
Tê bawer kirin ku hîn termên qurbanîyên hîn jî li nêzîkî cîhê bûyerê ye, piştî ku nêzîkî 200 meyt ji Hollanda re hatibû şandin.