Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sierra Leone jiber Vîrusa Ebola di Rewşa Awarte de ye


Serokê Sierra Leone Ernest Bai Koroma biryara rewşa awarte da ku welatê wî bikare pêşî li belavbûna vîrusa Ebola bigire.

Karbidestên saxlemîyê radigihînin ku ew rewşa heyî, di dîroka wî welatî de vîrusa harî xeter e.

Birêz Koroma di axaftina xwe ya jibo gel de got, hikûmeta wî cîhên ku vîrus lê hate dîtin, xistiye bin karantîna anku parastinê.

Koroma dîyar kir ku ew herwiha kombûnên giştî hindiktir dikin û kontrolên li cîhên giştî yên we îstasyon û firîngehan jî zêde dikin.

Serok Koroma bal kişand ku vîrusa Ebola ewqas xeter e ku welatek tenê nikare şerî wê bike, loma bizaveke hevbeş pêdivî ye.

XS
SM
MD
LG