Kurdên Sûriyê bi tenê li dijî êrîş û gefeyên DAIŞê disekinin, ji ber wê jî ew bûne armanc û nîşan ji vê rêxistinê re ta ku ruwê herêmê bugherînin û projeya xwe bi serî bibin.
Di Bajarê Hesekê de, metirsîn û ne aramî heye ji ber wan pevçûnan, lê kes xwedî li xelkê bajêr dernakeve û ne jî alîkariyê dide wan, bi taybetî rêxistinên mafên mirovan û yên sivîl.
Ji aliyê miletê Sûrî û rêxistinên wê yê siyasî ve, ti gav li hember van êrîş û gefan nehatine avêtin. Gelo çima û ji bo çi ew paştguhkirin ji bûyerên Kurdistan Sûrî re?
Çalakvanê mafên mirov Xidir Ebdulkerîm di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, wan xalan giftûgo dike û helwesta xwe jî tîne zimên.
Birêz Xidir dibêje ku karekî baş ji aliyê rûxistinên mafên mirov û sivîl dibe, ji bo gîhandina bangewaziya gelê Kurd û Sûrî ji saziyên navneteweyî, lê ew ne xwedî hêz in ku zû bi zû guhertinê bikin.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî kilîk bikin.