Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahir Elçi"Barê Hikûmeta Kudistanê Pir Giran e, Alikariya Nevnetewî Pêwîst e"


ji nûnerên rêxistinên sivîl yên li Diyarbekirê jiber qetliama Şengalê çûn serdana Başûrê Kurdistanê û penaberên Şengalê. Piştî vegerê şandê çavderiyên xwe bi raya giştî û çapameniyê re parvekirin û banga alikariya însanî ji raya giştî û ji dewletên cîhanê kirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi di şandê de cî girt û jibo Dengê Amerîka got " Trajediyek gelek mezin heye û divê gelê Kurd berê xwe tenê bide ve pirsgirêkê jiber ku gelê Ezdî bi jenosidek re rûbirû ye."

Birêz Elçîdaxuyakirin barê Hikûmeta Kurdistanê pir girane û got "Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ji destê wan tê dikin, lê tenê biserê xwe hikumetek nikare ji bine vî barê giran derkeve." Wî da zanîn tu saziyek navnetewî ya alikariyê li wir tuneye.

Serokê Baroya Diyarbekirê daxuyakirin şande wan jibo dexwaza alikariyê wê bi wezirê Karê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala re hevdîtinek bike, herwiha ewê nameyan bişînin ji rêxistinên sivîl yên navnetewî re da ku harin bi hewara penaberan.

Serokê Komela piştigiriya Mazluman û Mafê Mirovan (Mazlumder )Abdurrahim Ay di şandê de bû û got "Tu gotin têr nake wehşeta ku hatiye serê gelê Êzdî rave bike.

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG