Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) dibêje, DAÎŞ li bakurê Sûrîyê jimareke gund û bajarokên din kontrol kirine, piştî şerên dijwar li hember komên din yên tundrê.
ÇSMM îro Çarşemê ragihand, çekdarên DAÎŞ îro bajarokên Axtarin û Turkmenbere û gundên derdor xistin bin kontrola, piştî pevçûnên dijwar bi grubên din yên hevrik.
DAÎŞ di vê dema dawî de gelek deverên nû yên stratejîk xistine bin kontrola xwe. Tirs heye ku bi firehbûna DAÎŞ wê pirtir derfet bide kesên nû ku tev li wê rêxitina tundrê bibin.