Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Chad Dîlên Sivîl ji Destê Boko Haram Rizgar Dikin


Karbidest dibêjin, hêzên ewlekariyê li Chad hinek welatiyên Nejîryayê rizgar kirine ku vê dawiyê ji aliyê rêxistina Îslamî ya terorîst Boko Haram ve hatibûn revandin.

Ew kes Yekşema bûrî ji aliyê mîlîtanan ve li bajarokekî Nejîryayê li nêzîk sînorê Chad hatibûn revandin.

Terorîst û dora 100 welatiyên Nejîryayî yên revandî li ser sînor ji aliyê leşkerên Chad ve hatibûn rawestandin.

Demûdest diyar nebûye çekdaran çi bi mîlîtanên Boko Haram kirine, an jî welatiyên Nejîryayî yên rizgarkirî şandine warê wan.

Boko Haram dixwaze dewleteke Îslamî li Nejîryayê damezrîne. Jimara xelkê Nejîryayê 170 milyon e ku hema wekhev hatine dabeşkirin. Piraniya bakurê welêt Misilman e û başûr jî Krîstyan e.

Rêxistin bo revandina bi sedan kes li bakur rojhilata Nejîryayê tê tawanbarkirin. Ev kes wekî şervan, jin û kole tên bikaranîn.

XS
SM
MD
LG