Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştrat Dike ku DAÎŞ Rojnamevan Foley Serjê Kiriye


Amerîka piştrast dike ku mîlîtanên DAÎŞ rojnamevanê Amerîkî James Foley serjê kirine û gefa kuştina rojnamevanekî din dikin.

Karbidestên Amerîkî îro Çarşemê dibêjin, vîdyoya hovane ku ji destê DAÎŞ belav bûye, rast e.

Malbata Foley jî kuştina James piştrast kir û got, wî jîyana xwe jibo êşa gelê fêda Sûrîyê kir.

Foley di Mijdara 2012ê de hinda bibû, dema wî jibo şopandina şerê navxweyî çûbi Sûrîyê.

Ji wê dema heta do Sêşemê, ti agahî li ser Foleybelav nebûbû.

XS
SM
MD
LG