Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Dibe Serokwezîrê Tirkîyê


Ahmet Davutoglu
Ahmet Davutoglu

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Tirkîyê Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu bijartîye, jibo şûna Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bigire, yê ku niha bûye serokomarê hilbijartî.

Komîteya navendî ya AKP Wezîrê Derve Davutoglu wekî serokwezîrê nû binav kir, di gavekê de ku vê mehê karîger dibe. Ev bijare bi berfirehî dihate pêşbînî kirin.

Di ragihandina vê biryarê bo endamên pilebilind yê partîyê û medyayê de, birêz Erdogan got, wî gelek şîret wergirtin berî ku vê biryarê bide.

Tê çaverê kirin ku Davutoglu di kongreya partîya xwe de, hefteya were wekî serokê AKP were hilbijartin.

Piştî wê ewê posta serokwezîr wergire ku hîngê Erdogan di 28ê Tebaxê de dibe serokomar.

Serokwezîrê nû yê Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG