Malbata rojnamevanê Amerîkî James Foley yê ku ji aliyê rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî ve hate serjêkirin bawer dike kurê wan xwe jibo kuştinê bexş kiriye da ku jiyana dîlên bi xwe re biparêze.
Birayê Foley, Michael, dibêje ku guman li cem wî tune ye ku birayê wî jiyana xwe bike qurban jibo hevalên xwe.
Malbata James Foley hewil dida ku pereyan bide hev jibo azadkirina wî, lê wan nikarîbû 130 milyon dolar kom bikirana. Ev pere ji aliyê terorîstan ve hatibû xwestin.
Welatên Ewropayî bi milyonan dolar dane jibo azadkirina welatiyên xwe yên revandî, lê Amerîka pereyan nade rêxistinên terorîst jibo azadkirina welatiyên xwe.
Çend rojan berî kuştina James Foley, rêxistina Dewleta Îslamî emailek şandibû ji malbata wî re tê de gotibû ku “ewê ranewestin heta ku tîbûna xwe bi xwîna wan bişikînin.”
Foley, rojnamevanekî serbixwe bû, di sala 2012ê de li Sûriyê hatibû revandin. Bingehên Dewleta Îslamî li Sûriyê ne û tê bawerkirin ku Foley li wir hatibe serjêkirin.